“Bajarê Bêdeng” Xelfetî ji mêvanan re mazûvantî dike

“Bajarê Bêdeng” Xelfetî ji mêvanan re mazûvantî dike

RİHA - Xelfetiya navçeya bajarê Rihayê ya ku ji ber Bendava Bêrecûkê maye bin avê de û ji ber ku hizûr û aramî dide mirov ji turîstên biyanî re mazûvantî dike.

Xelfetiya navçeya bajarê Rihayê ya ku ji ber Bendava Bêrecûkê maye bin avê de û ji ber ku hizûr û aramî dide mirov ji teref Komîteya Koordînasyona Navneteweyî ya Cîttaslowê ve wek “Bajarê Bêdeng” hatiye navandin di gel hemî pirsgirikên xwe ji turîstên biyanî re mazûvantî dike.

Xelfetiya ku di van salên dawî de li Herêma Rojhilata Başûr bi nav û nîşan bûye ji gelek tûrîstên biyanî re mazûvantî dike. Tûrîstên ku diçin wir bi taybet bi tekneyan bajarê ku maye di bin avê de dizivirin.

Tûrîst di dema ziyaretê de ji dûr ve jî bibe firset dibînin ku Keleya Rûmê bibînin. Her wiha mînareya mizgefta ku maye di bin avê de pir bala tûrîstan dikêşe.

Xelfetiya ku ji ber bûyerên Sûrî û li herêmê bi şiklekî neyînî bandordar bûye di gel vê yekê hewl dide ku li ser piyan bimîne. Xelfetî di dema ku Bendava Bêrecûkê hat sazkirin hinek ma di bin avê de. Piştî vê yekê navçe wek “Bajarê Winda” an jî ‘Behîşta Veşartî ya Herêma Rojhilata Başûr” hat navandin. (ÎLKHA)

 

























 



 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.