Balafira artêşa Sûrî hat daxistin
Muxalifên Sûrîyeyî balafireke şer a rejîma Esed li çoltera Hamayê dan erdê.
Di daxuyanîya ku ji teref artêşa Sûrîyê ve hatiye dayîn de derbarê mijarê de hat destnîşankirin li rojhilata Hamayê balafireke şer katiye û pîlota wê miriye.
Kesekî ku ji SANAya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûrî re axaivî jî derbarê mijarê de diyar kir pîlota şer a ku hatiye daxistin hatiye kuştin.
Hat îddîakirin balafira şer a artêşa Sûrî ji teref Artêşa Azad a Îdlîbê û Tahrîr Şam ve hatiye daxistin.
Hat diyarkirin ev çendîn roj in ku li herêma ku balafir lê hatiye daxistin ji teref rejîma Esede ve bi balafiran êrîş tên kirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.