Balafirên Siûdê di Ordûgeha Îcîrlîkê de
Şêwirmendê Wezîrê Parastinê ya Erebistana Siûdê Ahmed Asîrî diyar kir ku di bergeha tekoşîna bi DAÎŞ re de jetên ku dê bişandina Ordûgeha Încîrlîkê li ordûgehê rûniştine.
Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavûşoglu di derbarê bergeha tekoşîna Erebistana Siûdê ya bi DAÎŞê re daxuyanî da. Hat ragihandin piştî vê daxuyaniyê dabeş balafirên cengî yên Erebistana Siûdê li Ordûgeha Încîrlîkê rûniştine.
Şêwirmendê Wezîrê Parastinê ya Erebistana Siûdê Ahmed Asîrî di derbarê vê yekê de daxuyanî da qenala Al Jazeerayê. Ahmed Asîrî di daxuyaniyê de diyar kir ku di bergeha tekoşîna bi DAÎŞê re Balafirên Cengî yên Erebistana Siûdê li Ordûgeha Încîrlîkê rûniştine.
Wek ku tê bibîr anîn Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavûşoglu diyar kiribû ku dê balafirên cengî yên Erebistana Siûdê werin şandin. Lê jimara van balafiran diyar nekiribû. Hêj jî jimara van balafiran nayê zanîn. Her wiha di rojevê de tê diyar kirin ku dê rêveberiya Erebistana Siûdê niha jî leşker bişîne ordûgehê. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.