Banga derbaza jorîn ji şêniyên Taxa Palûkê: Zarokên me her roj bi mirinê re rû bi rû ne

Banga derbaza jorîn ji şêniyên Taxa Palûkê: Zarokên me her roj bi mirinê re rû bi rû ne

Li Taxa Palûkê ya li ser rêya bejayî ya Amed û Mêrdînê, tunebûna derbaza jorîn (serpira), derbaza jêrîn (jêrpira) û ronahiyên trafîkê bû sedema berteka şêniyên taxê.

Li Taxa Palûkê ya ku li ser rêya bejayî ya Amed û Mêrdînê ye, tunebûna derbaza jorîn, derbaza jêrîn an jî ronahiyên trafîkê yên ku rêwî bikarin bi awayekî ewle derbasî aliyê din bibin, şêniyên taxê dixe nav fikarê. Welatiyên ku diyar kirin bi taybetî xwendekar di dema dibistanê de neçar dimînin ku vê rêya ku trafîka wesayîtan tê de pir zêde ye bikar bînin, xwestin ku berî canên dîtir ji dest biçin, tevdîrên pêwîst werin girtin.

Şêniyên taxê yên ku dan zanîn piştî qezayên qewimîn ji bo balê bikişînin ser vê rewşê wan rê girtiye, anîn ziman ku tîmên polîsan ji bo demekê di saetên ketin û derketina dibistanê ya zarokan de li herêmê wezîfe kirine, lê vê sepanê çareseriyeke mayînde pêknenaniye.

"Em ji ber devê mirinê zivirîn"

Ji şêniyên taxê Sevda Arslan, diyar kir ku nêzî 6 meh berê dema ku hewl dida keça xwe derbasî aliyê din bike, di kêliya dawî de ji binê tîrekê (kamyoneke mezin) filitîne û metirsiya ku jiyane, weha vegot.

Arslan ev îfade bikar anîn: "Em ji bo vê derê bi lezgînî an derbazeke jorîn an jî çarrêyeke bi ronahî dixwazin. Nêzî 6 meh berê dema ku min hewl dida keça xwe derbasî aliyê din bikim, em her du jî di kêliya dawî de ji binê tîrekê filitîn. Li ser vê yekê min rê girt. Polîs hatin û ji min pirsîn ka çima min rê girtiye. Min jî rewş ji wan re vegot. Gotin ku ew ê wezîfedaran bişînin. Nêzî 1-2 mehan polîsan li vir wezîfe kir, lê tenê saetên nîvro dihatin û piştî nîvro diçûn. Ji bo derbasî aliyê din bibim ez destê xwe radikim da ku wesayît bisekinin, lê kes nasekine. An bila ji bo me çareseriyekê bibînin an jî em ê neçar bimînin ku rê ji nû ve bigirin. Ne tenê zarokên me, zarokên cîranên me jî vê rêyê bikar tînin."

"Zarok her roj bi metirsiya mirinê diçin dibistanê"

Ji şêniyên taxê Adalet Yörük jî diyar kir ku xwendekar her roj bi heman metirsiyê re rû bi rû ne û wiha got: "Di dema dibistanê de zarok derbasî aliyê din dibin û diçin dibistanê. Em dixwazin ku li vir derbazeke jorîn an jî ronahiyên trafîkê werin çêkirin. Li vir gelek qeza diqewimin. Wesayît li zarokan dixin. Ev der taxeke mezin e û divê xwedî li vê taxê were derketin. Li vê caddê wesayît li gelek welatiyan xist. Gelek can ji dest çûn."

"Gotên ku hatibûn dayîn nehatin girtin"

Şêniyekî din ê taxê Abdulkadir Erdoğan jî anî ziman ku wan ev pirsgirêk gelek caran gihandiye saziyên rayedar lê tu encam bi dest nexistine.

Erdoğan ê ku diyar kir tevî serlêdanên wan ên li walîtî û qaymeqamtiyê heta îro tu xebat nehatiye destpêkirin, weha peyivî: "Divê li vir an derbazeke jêrîn an jî derbazeke jorîn were çêkirin. Me ev rewş gihand walîtî û qaymeqamtiyê. Dibêjin 'em ê çêkin' lê heta îro nehatiye çêkirin. Wekî Taxa Çarikliyê em gelekî mexdûr in. Zarokên me biçûk in û diçin dibistanê. Em ditirsin ku di bin wesayîtan de bimînin. Şaredarî jî bi vê mijarê re eleqedar nabe. Malên me li aliyekî rê ne, dibistan jî li aliyê din e. Ji ber vê yekê zarokên me her roj neçar dimînin ku di vê rêya trafîka wê zêde re derbas bibin."

Zarokên ku li taxê dijîn jî diyar kirin ku ew her roj dema ku diçin dibistanê û tên, neçar dimînin di nav vê rêya ku trafîka wesayîtan tê de pir zêde ye re derbas bibin; wan xwest ku ji bo bikarin bi awayekî ewle derbasî aliyê din bibin, li herêmê derbazeke jorîn an jî derbazeke jêrîn were çêkirin.

İLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.