Bangewaziya bernameya bibîranîna Aytaç Baran

Bangewaziya bernameya bibîranîna Aytaç Baran

Ji teref Platforma Kerwana Şehîdan ve dê bi minasebeta salvegera şehadeta Aytaç Baranî yê Serokê Yenî Îhya-Derê li ser gora wî were bibîranîn

Serokê Platforma Kerwana Şehîdan Omer Çelîk ragihand ku wek platform dê ew bi minasebeta salvegera şehadeta Aytaç Baranî yê Serokê Yenî Îhya-Derê yê ku di 9ê Hezîrana 2015an de ji teref PKKyiyan ve hatibû qetilkirin bernamek li dar bixin.

Çelîk destnîşan kir daxwaziya wan ew e ku herkes beşdarê vî bernameya ku dê li Goristana Yenîkoyê were lidarxistin bibe. Her wiha Çelîk diyar kir ku bernameyên wiha girîng in û dema ku şehîd werin bibîranîn, werin fêmkirin û qîmeta doza ku ji bo wî bûne şehîd were zanîn dê Îslam xorttir bibe.

Çelîk diyar kir kesên ku eşq û mihebbeta şehîdan di nav dilê xwe de dernexe bi îzna Xweda dê tu wext ji aliyê madî û manevî ve mexlûb nebin. Dûvre Çelîk wiha axivî: “Civak bes bi fêmkirina jiyana şehîdan û bibîranîna şehîdan dikare eşq û mihebeta şehadetê di nav dilê xwe de biparêze.”

Çelîk wiha ragihand: “Bi minasebeta vî yekê em dixwazin ku herkes beşdarê bernameya ku dê bi minasebeta salvegera şehadeta Aytaç Baranî yê Serokê Yenî Îhya-Derê yê ku ji teref PKKyiyan ve hatibû qetilkirin bibe.”

Hat diyarkirin ku dê bername li Gorîstana Yenîkoyê di saet 17.00an de were lidarxistin.

ÎLKHA
 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.