Barzanî bo Ebadî: Divê şaşiyên hikûmeta borî neyên dubare kirin

Barzanî bo Ebadî: Divê şaşiyên hikûmeta borî neyên dubare kirin

Barzanî bo Ebadî: Divê şaşiyên hikûmeta borî neyên dubare kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz ji serokwezîrê nû yê İraqê Heyder Ebadî kir ku bi awayekî kar bike da şaşiyên borî dubare nebin û merc û daxwazên Kurdan jî li ber çav bigire.

Doh li Parlamentoya İraqê bi dengê 177 parlamenteran kabîneya Heyder Ebadî hat pesendkirin. Piştre Kurd jî tevî hikûmetê bûn û sê meh mohlet dan Ebadî daku daxwazên Kurdan cîbicîh bike. Îro jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi telefonê ligel serokwezîrê nû yê İraqê Heyder Ebadî axifî û serkeftin jêre xwest.

Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî di wê peywendiya telefonê de behsa biryara beşdarbûna Kurdan di hikûmeta İraqê de kir ku bi hevdengiya hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê bûye û got: ‘’Divê hemû aliyên siyasî bi hevre alîkarê hev bin daku İraq ji vê krîza ewlekarî û siyasî ya ku ketiyê rizgar bibe.’‘

Hat ragehandin ku herdu alî li ser wê yekê hevra bûne ku derfeteke baş hatiye pêş daku bi hevre kar li ser wê yekê were kirin şaşiyên hikûmeta borî neyên dubarekirin, merc û daxwazên Kurdan li ber çav bên girtin, herwiha kar li ser aramiya welat û nehiştina terorîstan bê kirin.

BasNews

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.