Barzanî ji bona referanduma serxwebûnê talîmat da

Barzanî ji bona referanduma serxwebûnê talîmat da

Rayedarên PDKê destnîşan kirin Serokê Herema Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bona amadehîyên referanduma xweserîyê talîmat daye.

Piştî civîna ku di Serokatîya Mesûd Barzanî hat kirin de ji rayedarên PDKê Aras Haso Mîrhan daxuyanîyek da. Mîrhan di daxuyanîya ku da de destnîşan kir Mesûd Barzanî ji bona amadehîyên referandûma serxwebûnê talîmat daye.

Li gor xebera Rûdawê Aras Haso Mîrhan piştî civînê destnîşan kir yek mijarê sereke yên civînê mijara serxwebûnê bû û Barzanî destnîşan kir da ku bi partîyên din re ji bona referandûmê hevdîtin pêk werin.

Mirhan destnîşan kir ew ê di wan rojên pêş de  di navbera wan û rayedarên YNKyê de civîneke girîng bê lidarxistin û wan partîyên din re jî di derbarê mijarê de  hevdîtin bên kirin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.