Barzanî ligel aliyên siyasî civiya
Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di civînê de behsa yekrêziya aliyên siyasî hember êrîşên rêxistina DAIŞê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hat kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê civiya.
Di civînê de ku îro, 11ê tebaxê birve çû, her yek ji Rêxerê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa, Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistranê Kosret Resûl Elî, Sekreterê Gitşî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Ferec, Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Baprî û her yek ji Roj Nûrî Şaweys, Seidî Ehmed Pîre, Omer Seyid Elî û Fûad Hisên beşdar bûn.
Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di civînê de behsa yekrêziya aliyên siyasî hember êrîşên rêxistina DAIŞê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hat kirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.