Batmaniyan bi gulan dawetî Wîladeta Pîroz kirin

Batmaniyan bi gulan dawetî Wîladeta Pîroz kirin

ÊLIH - Evîndarên Pêxember bi keç û kuran gul li gelê Batmanê belav kirin û dûvre wan dawetî bernameya Wîladeta Pîroz a ku dê roja yekşemê were lidarxistin kirin.

Koordînatortiya Êlihê ya Platforma Evîndarên Pêxember ji bo bernameya Wîladeta Pîroz a ku dê roja yekşemê li Qada Mewlûdê ya li kêleka Otogara Nû were lidarxistin di serî de esnaf gulê belavê gelê Êlihê kir.

Berdevkê Koordînatortiya Êlihê ya Platforma Evîndarên Pêxember Mela Beşîr Şîmşek beriya belavkirinê axavtinekê kurt kir. Şîmşek diyar kir ku dê roja yekşemê (24ê Nîsanê) li Qada Mewlûdê ya li kêleka Otogara Nû di saet 13.30an de bernameya Wîladeta Pîroz lidar bixin.

Şîmşek destnîşan kir ku herkesê dawetî bernamê kirine. Dûvre Şîmşek wiha pê de çû: “J bo ku gel dawetî bernamê bikin em gelek xebatîn. Ji van xebatan yekî jî belavkirina gulan a li gel e. Armanca pîrozkirina wîladeta Pêxemberê me ew e ku em Wî ji gel re bidin naskirin û Wî bidin hezkirin. Bi taybet îro em zêdetir mihtacê Pêxember (as)’in. Ji ber vê yekê em Wî bidin naskirin ku gel bizanibe bes çareya hizûr, aşitî û biratiyê ye. Em ji niha ve gel dewetê bernamê dikin.”

Di dema belavkirina gulan de xebatkarên nexweşxanê, xizmên nexweşan, nexweş bi xwe, esnaf û gel gelek eleqe dan endamên platformê û diyar kirin ku dê roja yekşemê beşdarê bernamê bibin. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.