Bavê Sûriyeyî bi guleyên YPGyiyan birîndar bû
Bavê Sûriyê yê ku digel zarokên xwe hewil dida ji Sûriyê derbasî Tirkiyê bibe bû hedefa guleyên YPGyiyan û birîndar bû.
Abdusselam Îbrahîmê ku bavê 8 zaroka ye dema ku ew û zarokên xwe hewl didan sînorê ji Nîsêbînê derbas bikin û werin hêla Tirkiyê kesên YPGyî li ser wan de gule reşandin.Di encama gule reşandina YPGyiyan de Abdusselam Îbrahîm birîndar bû.
Abdusselam Îbrahîmê ku eslê xwe Sûriyeyî ye û li navçeya Omeriyana Mêrdînê bi cî bûbû ji bona ku zarokên xwe yên ku li Helebê mane bîne Tirkiyê cardin sînor derbas kir û çû hêla Sûriyê. Abdusselam Îbrahîm dema ku ew û digel zarokên xwe hewil didan sînorên derbas bikin kesên YPGyî li ser wan de gule reşandin. Di encama gule reşandinê de Abdusselam Îbrahîm ji lingê xwe birîndar bû. Îbrahîm bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.
Abdusselam Îbrahîmê ku bi berikên YPGyiyan birîndar bûbû di derbarê mijarê de ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re axivî û wiha ragihand:
“Ev nêzî 10 sal e ku ez û malbata xwe li navçeya Omeriyana Mêrdînê dijîn. 8 zarokên min hene û zarokên min perwerdehiya xwe li Sûriyê didimandin.Ji ber vê yekê min xwest ez herim ba zarokên xwe .Di dema vegerê de min xwest ku sînorê derbas bikim.Cihê ku em tê de derbas dibûn di destê YPGyiyan de ye. Ji teref wan ve li ser me de gule hat reşandin. Ez ji lingê xwe birîndar bûm. Piştî ku ez derbasî Tirkiyê bûm bi ambûlansê rakirin nexweşxanê.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.