Bdp Te’deyan Dide Malbatên Dilşewat

Bdp Te’deyan Dide Malbatên Dilşewat

Li Diyarbekirê malbatên dilşewat yên ku Pkkê zarokên wan revandine çiyê, heta do jî li ber belediya bajarê mezin protesto û çalakiya xwe didomand.

Belediya Bdpê bi bihana paqijiyê nehişt ku li ber belediyê çalakiyê bidomînin. Malbat çûn li refuja navin ya rê rûniştin. Zabitaya Bdpê îcar bi bihana ewlehiyê nehişt ku li wir jî rûnin.

Li ser van zordestî û astengiyan, malbat çûn merşikên xwe avêtin ser peyarêya li ber belediyê û protestoya xwe dewam kirin. Malbat îfade dikin ku Bdp ji wan re astengiyan derdixîne, bi gotin û fê’lên xwe wan tehdît dike, peyvên nexweş ji wan re dike. Eger Bdp di heyra aşîtî û însaniyetê de ye, bila wiha zordestiyê neke.

Zabita Bdpê naxwaze malbat li wir jî bisekinin. Malbat jî tînin ziman ku bi çi awayî be jî heta ku zarokên neyên vegerandin, heta ku negihêjin zarokên xwe, ew ê dev ji protestoya xwe bernedin.

Hinek malbat jî îfade dikin ku zilamên Bdpê ji bo protestoyê bi dawî bikin derew xeber didin

BANGAHEQ

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.