Bernameya Mewlûdê ya Stenbolê eşkere bû

Bernameya Mewlûdê ya Stenbolê eşkere bû

Platforma Evîndarên Pêxember, dîyar kirin ku wê di 26ê Nîsanê roja yekşemê de, li qada mîtîngê ya Yenîkapîya Stenbolê, bernameya wîladeta pîroz li darxin.

Her sal bi kêf û coş, ji bo wîladeta pîroz ya Hezretî Mûhemmed bernameyên mewlûdê tê li dar xistin û qad û welat bê şên û kêfxweş dibe.

Îsal jî tarîxên bernameyên mewlûdê yek bi yek tê eşkere kirin.

Berî niha Platforma Evîndarên Pêxember, tarîxên bernameyên  wek ya Êlihê wê di 12ê Nîsanê de, ya Amedê jî wê di 19ê Nîsanê bê li dar xistin eşkere kiribû.

Ya vê dawîn jî dîroka bernameya ku wê li Stenbola bê li dar xistin eşkere kir.

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hat dîyarkirin ku wê di 26ê Nîsanê roja Yekşemê de li qada mîtîngê ya Yenîkapîya Stenbolê, bernameya wîladeta pîroz bê li dar xistin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.