“Bernameya pênasînê ya namzetê Hur a Bidlîsê di hewaya mîtîngê de derbas bû”
Bernameya pênasînê ya namzeta Hur Cengîz Karakaya ya ku HUDA PARê piştgirîyê didîye di hewaya mîtîngekî de derbas bû.
Namzetê Hur Cengîz Karakaya di bernameya pênasînê de bi şiklekî tund him hikûmet him jî şaredarîya Bidlîsê ya ku di destê HDP de ye rexne kir.
“Her du partî jî le hemberî xelkê nesemîmî ne”
Karakaya di derbarê siyasetmedar û partîyan de wiha ragihand: Polîtîkayên HDP JÎ AK Partîyê jî bi meyldarî xepandina xelkê ye. Parlementerekî partîya îqtîdarê dema ku tê Bidlîsê jê pirsek tê kirin û ew jî dibêjî ku divê balafirgehekî mezin li Bidlîsê hebe. Ji vê jî tê fêmkirin ku nîyeta wan a xizmetê tune ye. Bi bîra xwe bînin . Di hilbijartinên 30ê Adarê de serokwezîrê wê rojê , serokkomarê îro Recep Tayîp Erdogan li vê derê mîtîngek li dar xist. Di vê mîtîngê de hemwelatiyekî di derbarê balafirgehê de pirsek jê kir. Erdogan bersiva vê pirsê wiha dabû ‘ Pêdivî ji vî tiştî re tune ye. Balafirgeha Muşê saetekî ji we dûr e. Heke hûn piçekî leztir biçin hûn ê di navbera 45 deqeyê de bigijine.’em dixwazin ji wan parlementerên ku tên vî welatî pirs bikin. Gelo haya we ji wê xeberdana serokwezîrê wê ewrê tune ye?
Karakaya nav neda lê belê wadên HDP jî wiha rexne kir: Serokê giştî yê partîyekî jî dibêje ku dema em hatin îqtîdarê em ê destheqê kêmtirîn bibin hezar heştsad lîre. Niha dixwazim ji wan pirs bikim, niha di destê we de sê şaredarîyên mezin û her weke din nêzî 100 şarederî hene. Di van şaredarîyan de birayên me yên ku bi destheqa kemtirîn dixebitin hene. Heke hûn a rastî dibêjin destheqê van karkeran pêşî zêdê bikin da ku em ji we bawer bikin.”
“Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî ya duyemîn”
Karakaya wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Em ê ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî ya duyemîn bang bikin. Em ê wê îbareya ku di mekaqanûna darbeyê de derbas dibe û tê gotin ‘ Ew kesên k udi nava sînorên Tirkîyeyê de dijîn tev tirk in qebûl nekin. Ji bona sînorên çar parçeyên Kurdistanê ji holê rabin em ê hewl bidin. Çawa birayekî me tenê bi nasnameya xwe dikare derbasî Kibrisê bibe bi heman awayî em ê hewl bidin da ku kurdek jî tenê bi nasnameya xwe karibe derbasî Kurdistan Başûr , Rojhilat û Rojavayê bibe.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.