Bertek (Tepkî) Zêde Dibin
Li Ser Girtina Mustezef-Derê, Bertek Bilind Dibin
Li Tirkiye li alîkî makeqanûn tê nivîsandin, lê li aliyê din jî, şol û qirarên ne qanûnî tên rast kirin. Mîna zîhniyeta 28ê Sibatê, li ber komelên Îslamî, bêhiqûqiyên neheq, tên kirin. Yek ji wan bêhiqûqiyan jî, girtina komela Mustezef-Derê ye.
Li ser girtina komela Mustezef-Derê, li welat û dervê welat, tepkî zêde dibin. Li Elezîzê komela Îhya-Der, li Mêrdînê komela Dost-Der, li Intabê platforma heq û azadiyên însanî, li Stenbolê komela Ozgur-Der, li Ewrûpa jî, 33 saziyên sivîl, girtina Mustezef-Derê protesto kirin.
Li Elezîzê li meydana PTTê, beyenata medyayê, ji teref Muhammed Sûna hat xwendin. Girtina Mustezef-Der û neheqiya li diya Şuheda Çevîk, hat şermezar kirin. Hat diyar kirin ku van bêhiqûqiyan, eybek însanî ye û îflasiya hiqûqê ye.
Li Mêrdînê jî, komela Dost-Derê, di beyenata medyayê ya nivîskî de da zanîn ku ev qirar îdeolojîk û bêhiqûqî ye, dewamiya zîhniyeta 28ê Sibatê ye. Li Rihayê platforma azadî û heqên însanî, girtina Mustezef-Derê bi beyenata medyayê, protesto kir. Lê piştî protestoyê, hat gotin ku polîs mensûbên platformê tehdît kiriye. Li Îswîçre, 33 saziyên sivîl, girtina komela Mustezef-Derê û ceza birîna li diya xwendekara sernixumandî Şuheda Çevîk, şermezar kirin.
Serekê komela Ozgur-Derê Ridvan Kaya jî, di xeberdana xwe de, wiha got “Ev qirar, nimuneyeka netehemmula rejîmê ya li ber azadiya fikr û komelbûnê ye. Komelek ku ji 30 zêdetir şûbeyên û pir alîgîrên wê hebin, bi sebebên keyfî û bêqanûnî bê girtin, balkêş e û keyfî ye. Dewleta Kemalîst, kesên xwe aydiyê Îslamî diyar dikin, bi çavê neyartiyê li wan dinhêre.” (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.