Berteka Serokwezîr Davûtoğlû
Serokwezîr Ahmet Davûtoğlû, li ser bûyerên şewitandina mekteban bertek nîşan da. Davûtoğlû: “evan êrîş şiddet e, ew ê ji wan re destûr qet neyê dayîn.”
Serokwezîr Ahmet Davûtoğlû, piştî civîna agahdarkirinê ya li Wezareta Perwerdeya Mîllîyê, pirsên rojnamevanan bersivandin û beyanat da.
Ji serokwezîr Davûtoğlû re der barê mektebên kurdî û şewtandina mekteban de pirs hatin kirin.
Davûtoğlû bertek nîşanî êrîşên li ser mekteban da û weha got: “Evan êrîş şiddet e, ew ê jê re destûr neyê dayîn.”
Bekîr Bozdağê wezîrê ‘edaletê jî li Cizîra Şirnexê hinek têkilî pêk anîn, rageşîya êrîşên li ser mekteban nirxand û nerazîbûn nîşan da.
Wezîr Bozdağ îfade kir ku yên mektebên kurdî vedikin, ne samîmî ne û ne xwedîyê neyta baş in.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.