Bertekên Li Ber Rejîma Terorê

Bertekên Li Ber Rejîma Terorê

Lı seranserê dınyayê, jenosîda îsraîla rejîma terorê bı protestoyan tê telînkırın. lı somalî, îswîçre û şerîaya rojavayê protesto hatın rastkırın.

Li Mogadîşûya paytexta Somaliyê, jenosîda Îsraîla siyonîst hat telînkirin. Grûba protestovan alayên Îsraîlê şewitandin û di aleyhê wê de slogan avêtin.

Protestovanan îfade kir ku wê sala 2014an dawiya Îsraîla siyonîst be û înşaallah ew ê sala serkeftî ya Ğezzeyê be.


Êrîşên rejîma terorê li Cenewreya bajarê Îswîçreyê jî hatin protestokirin. Kesên filistînî û însanên ji milletên din ên destek dan filistîniyan, li merkeza bajêr civiyan. Protestovanan sekinandina êrîşên Îsraîla siyonîst xwestin. Di xeberdanan de rakirina ambargoyê ya li ser Ğezzeyê û hesab pirsîna ji îdarevanên Îsraîlê yên ji kuştinan berpirsiyar hatin xwestin. Protestovanan li nav bajêr ji bo piştgiriya ji xelkê Filistînê re daxuyanî belav kirin.


Li Ramallaha bajarê Şerîaya Rojavayê, grûbeke filistînî civiyan û êrîş û qetlîamên Îsraîla rejîma terorê protesto kirin. Protestovan ji ber kampa multeciyan a Kalendiyayê heta ber noqteya kontrola ya Kalendiyayê ya ku di navbera Ramallah û Qudsê de ye meşiyan. Leşkerên rejîma terorê bi fîşekên plastîk û gaza hêsirbarînerê midaxela protestoyê kir. Li devera hedîseyê midaxela gelek kesên ku ji gazê êşiyan hat kirin.


Wezîrê Weqfan ê Urdunê Hayîl ed-Dawûd jî telefonî meslekdaşê xwe yê Filistînê Yûsûf Deîsê kir ku ji bo alîkariya Ğezzeyê dest bi kampanyayê kirine.


Ji bo kampanyaya alîkariyê li Ammana paytext, bi navê “Alîkariya Xelkê Me yê Li Ğezzeyê Bikin” merasîmek hat lidarxistin. Rayedarên herdu dewletan, alimên musluman û fille û kesên karsaz tevlî merasîmê bûn. Hat gotin ku wê alîkarî li Urdunê bên komkirin û bi wasîteya Fona Zekatê ya ku bi Wezareta Weqfan a Filistînê ve girêdayî ye, li Ğezzeyê bên belavkirin.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.