Beyanata Mûaz Xetîb

Beyanata Mûaz Xetîb

Serokê berê yê koalîsyona muxalîfên sûrıyê mûaz xetîb, lı ser hedîseyên lı ıntabê xeber da û îfade kır ku tırkıyeyê, ne bı çavê penabertıyê, bı çavê mêvantıyê lı wan mêze kırıye.

Serokê berê yê Koalisyona Hêzên Şoreşger û Mixalifan a Sûriyeyê Mûaz el-Xetîb di heqê hedîseyên li Intabê de xeber da û ğemgîniya xwe anî ziman.


Xetîb bal kişand ser biratiya navbera her du welatan û wiha axivî:
"Tirkiyeyê ne bi çavê penabertiyê, bi çavê mêvantiyê li me mêze kir. Em malavahiya birayên xwe yên Tirkiyê dikin ku em hewandin mala xwe û nanê xwe bi me re parve kirin. Ji bo ku em li Tirkiyê bi hizûr bijîn, divê em li gorî qanûnan tevbigerin û hurmetê nîşanî kevneşopiyan bidin."


Muaz el-Xetîb bi bîr xist ku hin caran bûyerên ku tewsîb nakin derdikevin holê û wiha pê de çû: "Divê ev hedîse neyên mezinkirin. Rehma Xwedê li birayê me Hidir Çalar be û Xweda sebrê bide malbat û eqrebeyên wî. Dibe ku hin Sûriyeyî tiştên ğelet bikin, lê belê meriv nikarê bêje ku hemû kes wisan in. Divê em pirsgirêkên di navbera xwe de bi aqlê selîm çareser bikin.”

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.