Bêyî şidetê divê herkes karibe biaxive

Bêyî şidetê divê herkes karibe biaxive

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz di bernameyeke ku beşdar bû de di derbarê rojevê de nirxandinên girîng kir û diyar kir du pêşniyazên wan ên ku ew ê fede bidin çareseriya Meseleya Kurd hene.

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz li Rihayê di bernameyeke ku beşdar bû de di derbarê rojevê de nirxandinên girîng kir û diyar kir du pêşniyazên wan ên ku ew ê fede bidin  çareseriya Meseleya Kurd hene.

Yavuz di berdewama axavtina xwe de di derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de wiha axivî:“Hûn ê du masayan ava bikin. Di masayekê de ew ê siyaset bê axavtin û hemû kes muxatab bên girtin.Ew ê mafê Kurdan bên îadekirin, zimanê wan ew ê bê serbestberdan, pênasa hemwelatîyê bê guhartin, di qadên civakî de sererastkirin bên kirin. Bêyî şidetê divê herkes karibe biaxive.Divê hûn gazî HUDA PAR û lîderên aşîret, cemaet û tarîkatan bikin û hûn ê bi wan re jî van meseleyan biaxivin.Masa yekemîn ev e.Li ser vê masê sileh, bomba, çal û tu tiştekî din tune ye.Li ser vê meselê tenê ew ê siyaset bê axavtin û îradeya siwîl bê axavtin. Masaya duyemîn jî ew ê li ser mijara çek berdana rêxistinê bi muxatabên wan re bê axavtin.Ew ê tu ji HDPê re du masayan nîşan bidî û ew ê tu jê re bibêjî heger tu siyasetê dixwazî  were em li ser masaya yekem biaxivin.Bêyî şidetê û  bêyî çekan were em di derheqê  perwerdehiya bi zimanê zikmakî û  temamên pirsgirêkan biaxivin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.