Bi hezaran kes beşdarê bernameya ‘Bibîranîna Yarenên Mizgeftan’ bûn
DİYARBEKİR - Bi hezaran kes beşdarê bernameya ‘Bibîranîna Yarenên Mizgeftan’ ên ku di sala 1992yan de li Gundê Sûsayê ya girêdayê navçeya Farqîna Diyarbekirê ji teref PKKê ve hatibûn qetilkirin bûn.
Wekê ku tê zanîn di 26ê Hezîrana sala 1992yan de li Gundê Sûsayê ya girêdayê navçeya Farqîna Diyarbekirê ji teref PKKê ve 10 Mislimanan qetil kiribûn. Digel 24 salan hêj jî ev êş û jana van yarenan ji nav dil derneketiye.
Beriya bernameyê li Gundê Sûsayê dest bi amadehiyan hat kirin. Qada ku dê bername li wir bihatiba lidarxistin bi afîşan hat xemilandin.
Li qada bernameyê ji hev cûda him ji bo pîrek û him jî ji bo zilaman kermes hat sazkirin. Bernameya ku ji teref Susa-Derê ve tê lidarxistin îsal ji ber Meha Remezanê hat taloqkirin û îro tê lidarxistin.
Bi hezaran kes beşdarê bernameya ku îro di saet 13.00an de dest pê kiriye bûn. Di bernamê de şehîd tên bibîranîn û qetîlên şehîdan tên tel’în kirin.
Bername bi nasandina şehîdan dest pê kir. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.