Bi molotofan êrîşî ambûlansê kirin

Bi molotofan êrîşî ambûlansê kirin

Komek PKKyî bi kevir û molotofan êrîşî ambulansa ku diçû zarokê nexweş bîne kirin.

Li navçeya Îpekyoluya Wanê duh êvarî komek PKKyî bi kevir û molotofan êrîşî ambûlansa ku diçû zarokê nexweş a 7 salî bîne kirin.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin bûyer li Taxa Bostanîçîya navçeya Îpekêyoluya Wanê pêk hat. Komek PKKyî bi molotof  û keviran êrîşî ambûlansa ku diçû zarokê nexweş bîne kirin. Ji ber êrîşa ku ji teref  PKKyîyan ve hatîye kirin ambûlans mecbûr ma ku vegere. Ji ber vê yekê malbata zarokên nexweş mecbûr man ku bi derfetên xwe zarokên xwe bigihêjînin nexweşxanê.

Alîkarê Midûrê Tenduristîya Bajêra Wanê Mehpare Altay di derbarê êrîşê de daxuyanîyeke nivîskî  da  û vê êrîşa ku hatîye kirin şermezar kir.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.