Bi Xêr Hatî Meha Pîroz Meha Remezanê

Yek ji pênc şertên Îslamê rojîgirtina meha Remezanê ye. Remezan meha îbadet, rehmetê û lêborînê ye. Meheke tijî xêr û bereket e. Ev meh, meha alîkarî, bexşîn, merhemet û xêrxwaziyê ye. Meha Remezanê meha perwerdehiya madî û manewî ye, di vê mehê de em ê salekê ji qirêjiya madî û manewî paqij bibin, hestên mirovî geş bibin, hişmendiya tobe û zivirandina heqîqetê pêş bikeve. Qur'ana ku mirovatî ji xeletiyên fikrî û exlaqî rizgar kir û gihand ilm û medeniyetê û bi vî awayî bextiyariya dinya û axretê di vê mehê de hat nazilkirin.

Xweda Teala, fezîleta vê mehê wiha destnîşan kiriye: "Meha Remezanê ew meh e ku Qur'an ji bo mirovan rêberê hîdayetê ye, ew kitêba ku bi belgeyên eşkere heqîqetê nîşan dide û heq û batilê ji hev diqetîne dihewîne tê de nazil bûye. Kî ji we bigihîje vê mehê, bila rojî bigire." (Beqere, 185) Divê em di vê mehê de zêdetir hewl bidin ku Qur'anê bixwînin û fêm bikin û hewl bidin ku Qur'anê di jiyana xwe de bi cih bînin.

Rojîgirtin ehlaqê me baştir dike: Rojîgirtin ne tenê birçîbûna heyamekê ye. Rojî perwerdeyeke exlaqî ye ku mirov ji adetên xerab diparêze û adetên baş bi dest dixe. Rojîgirtin fêrî sebirkirinê dike. Xebata dijwar bi sebrê pêk tê û her astengî pê re derbas dibe. Ji ber vê sedemê ji kesên sebir dikin di Qur'anê de mizgînî tê dayîn û soz hatiye dayîn ku ew ê bi xelata ebedî bên xelatkirin. “Bi rastî emê we bi piçek tirs û birçîbûn û kêmbûna mal û can û berên we biceribînin. Mizgîniyê bide yên ku sebir dikin.” (Beqere, 155)

Yanî divê mirov li hember daxwazên zêde yên canê xwe li ber xwe bide, hêrsa xwe bi ser keve, bibe xwedî dest, ling, ziman, çav, guh, dil û ramanên xwe. Ev bi tenê bi sebir dikare bê kirin. "Gelî bawermendan! Rojî li ser we jî hatiye ferzkirin, çawa ku li ser yên beriya we hatiye ferzkirin, ji bo ku hûn xwe ji xerabiyê dûr bixin." (Beqere, 183) Hin ji hikmeta wacibkirina rojiyê vegot eve; ji xerabiyê dûr bikevin, ruhê xwe perwerde bikin, exlaqê xwe xweş bikin, hestên dilovaniyê geş bikin, tengasiyan ragirin û sebir bikin, fêrî şikirkirina bereketan bikin, bi kurtî di warê maddî û manewî de aramîyê bînin.

Rojî tendurustiyê diparêze: Rojî îbadeteke girîng e ku gelek feydeyên ji bo tenduristiya laşî û derûnî û jiyana civakî jî dide mirovan.Gelek feydeyên maddî û manewî yên rojîgirtinê hene. Rojîgirtin di warê tenduristî û dermankirinê de jî girîng e. Pêxemberê me got: "Rojî bigirin da ku hûn sihhetê bibînin".

Xelata rojiyê: Pêxemberê me (s.a.w) di xutbeyeke xwe de di heqê fezîleta meha Remezanê de wiha gotiye: “Gelî însana! Sîya mehek mezin û pîroz ser we girtîye. Vê meha, meha sebrê û alîkarîyê ye. Mükâfata sebr û alîkarîyê cennet e. Remezan meha bereketêye. Meha ku tê de rizqê bawermenda zêde dibe. Kî di vê mehê de fitarê bide rojîgir, dê gunehên wî bên efûkirin. ji dojehê xilas bibin û ji xelatên rojîgir parek bistînin. Tiştek ji xelata rojîgir jî kêm nabe.” (Tirmizî, Savm 82)

Di yek ji hedîsên Pêxemberê (s.a.w) me de: Yek ji îbadetên taybet ên Remezanê nimêja terawîhê ye. Herweha Pêxemberê me vê nimêjê tewsiye kiriye û gotiye: "Kî ji bo Xwedê şevên Remezanê bi nimêjê (nimêja terawîhê) bike, bi fezîletên wê bawer bike û bi hêviya xelata wî be, gunehên wî yên berê jê tê efûkirin." (Buxarî, Îmam, 27) Helbet divê em hewl bidin ku pênc wext nimêjên ferz jî bikin. “Du şahiyên rojîgir hene. Yek jê kêfa wî ya dema fitarê ye. Ya din jî şahiya dema ku bi rojîgirtinê bi Xwedê re hevdîtin pêk tîne û rojiya wî tê xelatkirin." (Muslîm, Siyam 30)

Pêxemberê me (s.a.w) wiha dibêje: "Kî ku rojî bigre bi baweriya ku rojîgirtin ferz e û bi hêviya xelata Xwedê tenê be, hemû gunehên wî yên berê dê bên efûkirin." (Buxarî, Savm 7) wan destnîşan kir ku rojî îbadetek girîng e ku wesîleya lêborîna gunehan e.

Ji bo sehûrê rabûn û xwarinê bixwe musteheb e. Pêxemberê (s.a.w) me gotiye: “Sehûrê bixwin, ji ber ku di sehûrê de bereket hey e.” (Buxarî, Sevm, 20). Xwarina sehûrê hêza ragirtina rojiyê zêde dike. Her wiha yek ji wan demên ku dua tê qebûl kirin dema sehûrê ye.

Xweda (c.c) dibêje: “Şeva Qedrê ji hezar mehan çêtir e” (Qedr, 1-5) Şeva Qedrê di vê mehê de derbas dibe. Pêxemberê me wiha dibêje: “Dema ku Remezan tê deriyên cennetê vedibin, deriyên dojehê tên girtin û şeytan jî li zincîran tên xistin ” (Muslîm, Siyam, 1)

Meha Remezanê meheke tijî rehm û bereket e. Ji bo ku em ji feyz û bereketa vê mehê sûd werbigirin, divê em hewil bidin ku îbadetê xwe bi qasî ku ji destê me tê temam bikin; Ji ber ku rojî mertalê parastinê ye li hember xerabiyê, divê em xwe ji gotin û tevgerên nebaş dûr bixin.

Divê em hewl bidin ku tu kesî aciz nekin, Qur'anê bixwînin û li m’ana wê bifikirin û hewl bidin ku wextê xwe li valayê derbasnekin. Divê em hewl bidin ku dua û xêra dê û bav û kalên xwe bistînin, têkiliyên xwe bi xizm û cîranên xwe re xurt bikin.

Ji bo ku em zanîna xwe ya dînî zêde bikin, divê em pirtûkên Îslamî bixwînin û ji kufr, şîrk, bîdat û xurafeyên ku li dijî prensîbên olê ne û dijî jiyana Îslamê ne dûr bikevin. Her weha divê em wextê xwe ji zarokên xwe re veqetînin û tevgerîya xwe di geşbûna erênî ya hest û ramanên wan de zêde bikin.

Bi dayîna zekata mal û milkê xwe em jî vê îbadeta malî pêk bînin, feqîran dilşad bikin û ji bo endamên civatê bibin wesîleya biratîyê. Ev hemû ji aliyekî ve wê bibin wesîleya xilasbûna ji gunehan û bidestxistina razîbûna Xwedê, ji aliyê din ve jî dê exlaqê me pêş bixin xweşik bikin.

Bawermend itaeta emrê Xwedê dikin û ji qedexeyên Wî dûr dikevin. Têkiliyên wan bi hev re baş in, hewl didin ku wazîfên xwe bi awayekî herî baş pêk bînin û bibin Misilmanên baş.

Bi vî awayî digihîjin bextewariya dinya û axretê. Ji ber vê yekê ez ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku meha Remezanê ji bo me hemûya û alema Îslamê bi xêr û bereket be û em bi xêr û silametî bighên gelek Remezana!

Remezana we pîroz be.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.