Bibîranîna Bedîuzzaman'
Li Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê ji teref Civaka İlîm û Fikrê ve konferansek binavê “Bibîranîna Bedîuzzaman” hat lidarxistin.
Li Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê, ji teref Civaka İlîm û Fikrê ve konferansek binavê “Ji bo Bedîuzzaman bê fêm kirin” hat lidarxistin. Nivîskar û lêkolîner Ozkan Yaman, beşdarî konferansê bû. Yaman îfade kir ku xwendina bedîezeman ji bo ommetê pir bi girîngî û havil e.
Bername ji zarê Îlahîyatvan Mahmût Bîlîcî ve bi xwendina Qûr'ana pîroz dest pê kir.Hat dîtin ku xwendekarên Zanîngehê ‘eleqeyek mezin nîşanî konferansê dan.
Serokê Civaka İlm û Fikrê Alî Ekber Avci, axaftina silavdayînê kir.
Nivîskar û lêkolîner Ozkan Yaman, beşdarî konferansê bû û bahsa girîngî û faydeya xwendina Rîsale-î Nûrê kir. Yaman, da zanîn ku ger Misliman dixwazin pêşeroja civakê baş û xweş bibe, divê lazime Bedî’uzzaman baş bixwînin û peyam û fikrê wî baş fêm bikin.
Ozkan axaftina xwe wiha domand: Çareseriya hemû pirsgêriken civakê di berhemê Beddîuzzaman de heye. Dema em li berhemên seyda di nêrin bi navê; Rêbera Xaniman, Rêbera Xortan, Namilk û Rîseleyan Nexweşan , Namilka Pîr û kala ango kitêbin min jimart di civakê de bangê her kesî dike. Yên ku ji seyda hez nakin jî mînakên xwe ji jiyana wê tîne.
Konferan bi pirsên xendekaran û bersivên Ozkan bi dawî bû. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.