Bila ji xoceyên Qursên Qur’anê re jî kadro were dayîn
Melayên wekîl û xoceyên fexrî yên qursên Qur’anê daxwaz kirin da ku ji wan re jî kadro were dayîn.Ji ber vê yekê ji hikûmetê daxwaz dikin ku di vî warî de gavên pêwîst bavêje.
Serokê Şaxe Edenê yê Diyanet-Senê Feysel Akkoç di derbarê wê gotina ku berîya hilbijartinan hatibû gotin ku ji karkerên taşeron re kadro were dayîn de destnîşan kir melayên wekîl û xocayên qursên Qur’anê jî vê yekê teleb dikin.
Akkoç di derbarê mijarê de destnîşan kir hêj tiştên neyînî yên ku ji dema 28 Sibatê mane hene ku ev di wextê wê de bûne gelek sedemên tiştên nebaş.Lê belê ev neyînî di van pêlan de ji holê hatine rakirin û wiha pêde çû: “Ji bona ku ev mijar were zanîn divê berîya vî tiştî jî were zanîn. Qursên Qur’anê di paşarojê de nexasim di 28ê Sibatê de gelek neheqî û tiştên nebaş re rû bi rû man. Lê belê di van salên dawî de veçêkirinên êrenî hatin amedekirin û him di hejmera xoceyan de him jî di hejmera xwendevanên qursên Qur’anê de zêdebûn çêbû.”
Akkoç di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir da ku ji xoceyên qursên Qur’anê re jî qadro werin dayîn û ew ji ber vê yekê ji hikûmetê teleb dikin da ku di vî warî de gavên êrenî bavêjin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.