“Bila Pêşmerge Here Xaneqîn”

“Bila Pêşmerge Here Xaneqîn”

Li gor xeberên herêmê, tê diyar kirin ku li Xaneqînê sazî û komelên sivîl, bi hinek fe’aliyetan dixwazin ku hikûmet hêzên peşmerge bişîne Celewlê û Sadiya.

Ji Germiyanê hat diyar kirin ku birek aktîvîstan, komelên sivîl û komîta têkiliyên parastina gel ya li Xaneqînê, roja çarşemê ji bo bal bikişînin rewşa Celewlê û Sadiya, bi hev re rûniştin. Dixwazin ku hikûmet, hezên peşmerge bişîne Celewlê û Sadiyayê.

Endamek ji komîtê Diqtor Serzan Xanqana, ji Kurdiu re diyar kir ku “Di çend salên borîn de li van beldeyan nêzî 500 hemwelatiyên Kurd bi şeklê êrîşên terorîstî hatine kuştin û kêmhindik 700 malbatên Kurd, ji Xaneqîn û deverên Kurdan hatine derxistin. Divê hêzên peşmerge li van deveran li Celewlê û Sadiya bi cîh bin.”

Tê zanîn ku xelqê Kurd yê li van devera, berî niha jî ji ber van te’deyan çend cara protesto rast kiribûn. (Ferman Çiyayî- Bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.