Bîlançoya pevçûnên Cizîrê giran dibin

Bîlançoya pevçûnên Cizîrê giran dibin

Li Navçeya Cizîra Şernexa ku hêj lê qedexeya derketina derve berdewam dike bilançoya pevçûnan her roja ku derbas dibe girantir dibe.

Ev bû 7 roj ku hêj li Cizirê qedexeya derketina derve berdewam dike.Li navçê her roja ku derbas dibe pevçûn dijwar dibin.Duh li Taxa Yafesê pevçûnên gelekî tund pêk hatin.Di pevçûnan de roketek îsabetî malekê kir.Di malê de zirareke mezin pêk hat.

Hat hînbûn di pevçûnên ku pêk hatin de li Taxa Konukê kesekê bi navê Îbrahîm Akkan hat kuştin û kesê bi navê Kadrî Çomlek jî giran birîndar bû. Gelek kesên din ên ku di pevçûnan de birîndar bûn jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şernexê.

Li Taxa Nûrê di lêgerînên ku di malan hat kirin de kesekî ku tê îddîakirin PKKyî ye hat binçavkirin.

Di operasyonan de kesekî Sûrîyeyî hat girtin

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin kesên PKKyî kolana Mezbexaneya Taxa Cudîyê wek qeragahê bi kar tînin. Di navbera van PKKyîyan û eskeran de pevçûnên tund qewimîn. Li gor daxuyanîya ku ji Sererkanîyê ve hatîye dayîn de hat diyarkirin PKKyîyekî ku hatîye girtin eslê xwe ji Sûriyê ye.

Her wiha hat dîtin di pevçûnan de êrîşa bi roket li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hatîye kirin.Li gor agahîyan heta niha ji ber pevçûn û êrîşan nêzî 10 roketan îsabetî nexweşxanê kirine.

Li gor agahîyên dawî di opersyonên ku heta niha li Cizîrê hatine kirin de tevde 75 PKKyî hatin kuştin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.