Birayê şehîd Ebû Ubeyde Suheyb el-Kehlût: Malbata min bi eslê xwe ji Kurdistanê ye

Birayê şehîd Ebû Ubeyde Suheyb el-Kehlût: Malbata min bi eslê xwe ji Kurdistanê ye

Şêx Suheyb El-Kehlut hiha got: Beriya 800 salî, di serdemê fermandarê Îslamê Selahedînê Eyyûbî de em ji Kurdistanê koçî axa Filistinê bûne.

Suheyb el-Kehlût, birayê şehîd Ebû Ubeyde (berdevkê berê yê Tugayên El-Qessam):

Malbata min bi eslê xwe ji herêma Kurdistanê ye. Ew berî 800 salan hatin Aşkelonê.

Şêx Suheyb El-Kehlut hiha got: Beriya 800 salî, di serdemê fermandarê Îslamê Selahedînê Eyyûbî de em ji Kurdistanê koçî axa Filistinê bûne.

Suheyb El-Kehlut ê ku birayê berdevkê leşkerî yê Tugayên Qassamê Ebû Ubeyde ye (Huzeyfe El-Kehlut), di bernameyeke ku tevlî bû de cara yekem agahiyên dîrokî yên sosret û hûrguliyên giring ên derbarê malbata xwe de parve kirin. Ev daxuyaniyên ku di medya civakî û medyaya Erebî de dengvedaneke mezin çêkirin, ronahî xiste ser esl û rişê malbatê.

Ebû Ubeyde di 30ê Tebaxa 2025an de di êrişa hewayî ya Îsraîlê de ku li ser taxa Rimal a Xezeyê hatibû kirin de şehîd bu bû; ev şehadet di 29ê Kanûna Yekem a 2025an de ji aliyê Hamasê ve bi awayekî fermî hatibû piştrastkirin. Jiyana fermandarê navdar ê Hamasê her dem mijara mereqê bû.

Suheyb El-Kehlut ê ku birayê mezin ê Ebû Ubeyde (Huzeyfe El-Kehlut) ye, li ser platforma dîjîtal a bi navê "Sama Quds" ku navenda wê li Filistinê ye, di bernameya taybet a "Zıll Podcast" (Podcastera Siyê) ku ji aliyê rojnamevan Yusuf Fares ve dihate pêşkêşkirin de bû mêvan. Di bernameyê de ji bilî zarokatî û aliyên mirovî yên nenas ên Ebû Ubeyde, raboriya kûr û kevnar a malbata El-Kehlut jî hat nirxandin.

Reha Kurdî ya malbata El-Kehlut

Şêx Suheyb El-Kehlut di daxuyaniyên xwe de ku di nav peyrewan de rastî baldarî û bandoreke zêde hat, bi rengekî zelal diyar kir ku reha dîrokî ya malbata wan digehêje cografyaya Kurdistanê. Wî destnîşan kir ku kalikên wan ên mezin beriya nêzîkî 800 salî, bi taybetî di serdemê fermandarê Îslamê Selahedînê Eyyûbî de ji Kurdistanê koçî axa Filistinê bûne. Binxêz kir ku ew yek ji malbatên Kurd in ku bi armanca parastina herêmê hatine û li vir bi cih bûne.

Suheyb El-Kehlut derbarê malbata xwe de ev tişt gotin: "Em malbata El-Kehlut in; reha me ya dîrokî ya kevnar digehêje Kurdistanê. Kalikên me yên yekem beriya nêzîkî 800 salî, bi taybetî di serdemê Fermandar Selahedînê Eyyûbî de ji wê derê koç kirine. Mîna malbatên din ên Kurd ên mucahîd, ji bo parastina vê derê bi artêşê re hatine û li axa pîroz a Filistinê bi cih bûne. Reha me ya nêzîk a li Filistinê jî, beriya ku em derbasî Xezeyê bibin û di dema Nekbeyê (Karesata Mezin) de ji wê derê bêtin derxistin, li herêma Esqelanê (Aşkelon) bû."

Kehlut her wiha anî ziman ku di raboriya wan a nêzîk de beriya ku li Zîvala Xezeyê bi cih bibin, welatê wan ê bingehîn bajarê dîrokî Esqelan (Aşkelon) bû, lê di serdemê Nekbeyê (Karesata Mezin) de mîna malbatên din ên Filistinî ji wê derê jî bi darê zorê hatine koçberkirin.

Aliyên Mirovî yên Nenas ên Ebû Ubeyde

Suheyb El-Kehlut ji bilî dîroka malbatê, dest da ser cîhana nenas a birayê xwe jî û got ku Ebû Ubeyde ji zarokatiya xwe ve xwedî avahiyeke "pir ketûm" (sirparêz) û aram bû û xwe bi temamî dabû Quran-a Kerîm. Birayê mezin hevdîtinên malbatê yên dawîn ên ku bi birayê xwe re kiribûn jî bi bîr anî û ragihand ku jiyana wî ya rojane mîna her Filistinîyeke asayî ya di bin şer û dorpêça Xezeyê de derbas dibû.

Ev beşên hevpeyvînê ku ji dema weşanê ve gihan girseyên pir fireh û bi hezaran caran hatin parvekirin, piştre ji ber cezayên dîjîtal ên ku li ser naverokên Filistinê tên sepandin, ji hin kanalên fermî yên YouTubeê hatin rakirin.

https://x.com/kurdoloji_ars/status/2093661268724875558

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.