Bizotnawa Huda Par Zîyaret Kir

Bizotnawa Huda Par Zîyaret Kir

Serokê giştî yê Bizotnawaya Îslamî ya Kurdistanê Şêx Îrfan ‘Elî ‘Ebdulezîz, digel serkreterê têkiliyên derveyê Aso Qanadî, Serokatiya Huda Parê ya bajarê Stenbolê ziyaret kir.

Heyeteke ji Bizotnawa Partiya Hereketa Îslamî ya Kurdistanê, Serokbajariya Huda Parê ya Stenbolê ziyaret kir. Serokê giştî yê Bizotnawayê Şêx Îrfan Elî Ebdulezîz û sekreterê têkilîyên dervê Aso Qanadî, ji aliyê endamê heyeta îdareya giştî yê Huda Parê Erdal Elîbuyuk û serokbajarê Stenbolê M. Alî Gonul ve hatin pêşwazîkirin.

Şêx Elî Ebulezîz da zanîn ku berî niha Huda Parê ew ziyaret kiribûn. Bi armanca îadeyê ziyaret û destekê Huda Par ziyaret kirine. Îfade kir ku li herêma wan Huda Par tê hezkirin, gava ku tên Tirkiyê jî ewilî Huda Parê ziyaret dikin.

Di hevdîtinê de hedîseyên li herêma Kurdistanê hatin xeberdan û hat destnîşankirin ku li ber fitneyê tevgera bi hevre girîng e. Endamê îdara Huda Parê Erdal Elîbuyuk jî beyan kir ku bûyerên li Kurdistanê diqewimin, ji nêz ve dişopînin.

Serokbajarê Huda Parê M. Elî Gonul, ji ber ziyaretê kêfxweşiya xwe anî ziman û bal kişand ser tevgera pevrebûnê.

Pey hevdîtina giştî hevdîtin ji medyayê re girtî hat domandin.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.