Bo îmtîhana bûrsê serîlêdan dest pê kirin
Bo îmtîhana bûrsê ya ku dê ji teref MEBê ve bo Saziyên Perwerdehîya Destpêk û Navîn bê kirin serîlêdan dest pê kirin.
Midûrtîya Giştî ya Xizmetên Îmtîhan, Nirxandin û Pîvanê ya ku girêdayê Wezareta Perwerdehîya Neteweyî ye ew ê di 3yê Hezîrana 2018an de îmtîhana bûrsê ya bo sazîyên Perwerdehîya Destpê û Navîn tertîp bike.
Serîlêdanên îmtîhanê dê di navbera 12ê Adarê û 5ê Nîsanê de bên kirin. Kesên ku bixwazin derbarê mijarê de zêdetir agahîyan hîn bibin dikarin li van malperan binêrin http://www.meb.gov.tr û http://www.odsgm.meb.gov.tr
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.