Bo “Projeya 300 Mihan” serîlêdan dest pê kirin
Piştî daxuyanîyên Serokomar Erdogan ji teref TÎGEMê hûrgilîyên “Projeya 300 Mihan” hatin daxuyandin û serîlêdan dest pê kirin.
Kesên ku heywanan xwedî dikin ew ê beramberî heqê 300 mihan de bi navbeykarîya Bankaya Zîraatê bi TÎGEMê re peymanê îmze bikin. Bo xwedîkirin, êm û tenduristîya heywanan ew ê pere bê dayîn kesên ku dê heywanan xwedî bikin. Ew ê TÎGEM kirîna berxên ku dê bên dinyayê bixe bin garantîyê û bihaya wan ew ê berê diyar bike û ew ê şîr û hirîyên hewyanan dê ji xwedîyê heywanan re bimîne.
Kesên ku dixwazin serî li projeyê bidin dikarin ji ser malpera TÎGEMê ya bi navnîşana www.tigem.gov.tr yê serîlêdana xwe bikin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.