Bombekirin û Êrîş

Bombekirin û Êrîş

Helîkopteran Dervê Sînor Bombebarankir

Li gor xeberan hat gotin ku helîkopterên hêzên eskeriyê, êrîşê birin ser qempên PKKê yên dervê sînor. Helîkopterên ordiya Tirkiye, yekîneyên topxaneya eskeriyê yên li Çelê, dervê sînor dan ber bombeyan. Li gor xeberê hat gotin ku agir bi daristanên çiya ketiye. Bombebaran li bakura herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Li aliyê din li Mereşê, mensûbên PKKê, êrîş birin ser wesaîteka karkerên baraja li navçeya Nûrhakê. Di êrîşê de muhendîsek û 2 karker brîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxanên Elbîstan û Nûrhakê. Li ser hadîseyê li herêmê operasyon hat rast kirin.

Piştî êrîşê, li heman herêmê, wesaîtek eskeriyê gava di rê de derbas dibe, mayinek diteqe. Di teqînê de 3 esker birîndar dibin.

Li Bazîda Agirî jî, li gundê qizilqayayê, nêzî qereqola cendermê, zarokan pêl mayinê kir. Bi teqîna mayinê zarokek can da yek jî birîndar bû. Birîndar rakirin nexweşxanê. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.