Bozkurtê ku nexwest mala wî wek mewzî were bikaranîn ji teref PKKê ve hat qetilkirin

Bozkurtê ku nexwest mala wî wek mewzî were bikaranîn ji teref PKKê ve hat qetilkirin

Li navçeya Cizîra Şirnexa ku hêj lê qedexeya derketina derve berdewam dike PKK, Selahaddîn Bozkurtê 70 salî yê ku destûr neda PKKê mala wî wek mewzî bikarbîne qetil kir.

Li navçeya Cizîra Şirnexa ku hêj lê qedexeya derketina derve berdewam dike agahîyên baş nayên wergirtin. Xeberên navçê ji ber ku ji teref çapemenîya PKKê ve tên serwîskirin zext û zordarîya ku PKKê  li xelkê dike di çapemenîyê de nayên parvekirin.Herî dawî hat îddîakirin li navçê  Selahaddîn Bozkurtê 70 salî  ji teref polêsan ve hat qetilkirin. Lê derket holê ku Selahaddîn Bozkurtê 70 salî yê ku destûr nedaye PKKê ya ku mala wî wek mewzî bikarbînîn  ji teref PKKyîyan ve hat qetilkirin.

Li gor agahîyên ku ji naskirîyên Bozkurtî hatine girtin komek PKKyî di wextên êvarî de hatina mala Selahaddîn Bozkurtê ku li Taxa Cûdîyê rûdine û jê xwestine ku mala xwe bide wan. Bozkurt, mala xwe ya li Sikaka Mezbehayê nexwest bide PKKyîyan  û di navbera wan de nîqaş derketîye. Bozkurtê ku li ber xwe da ji teref PKKyîyan ve hat qetilkirin.

Naskirîyekî Bozkurtî yê ku ji ber ewlehîyê nedixwest navê xwe eşkere bike di derbarê bûyerê de wiha ragihand: “Selahaddîn berî qedexê ji ber ewlehîyê temamê malbata xwe şandîye mala naskirîyên xwe û bi tena serê xwe di mal de dima.Di wextên êvarî de komek PKKyî hatine mala wî jê re gotine ku ew dixwazin mala wî wek mewzî bi kar bînin.Selahaddîn jî ji wan re gotîye we malên hemû kesî wêran kir û ez destûrê nadim we û wan re bi vî awayî munaqeşe kiriye.Ji ber vê yekê kesên PKKyî Selahaddîn kuştine.Tiştên ku pêk hatine ji teref gelek naskirîyên wî ve tên zanîn.Lê dîsa di vî warî de ji bona heqîqet neyê zanîn propaganda tên kirin.Bi vî awayî dixwazin li ser meselê bigirin.”

Terma Selahaddîn Bozkurtê ku hat qetilkirin li mirîxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ye.Term li mirîxaneyê tê sekinandin.

Ji rexê din ve çapemenîya PKKê kujera Selahaddîn Bozkurtî polêsan nîşan dide ku ev yek balan dikşîne li ser xwe.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.