Bûyer û geşedanîyên herî dawî yên herêmê li Heskîfê turîzmê xelas kir

Bûyer û geşedanîyên herî dawî yên herêmê li Heskîfê turîzmê xelas kir

Bûyer û geşadîyên ku herî dawî li herêmê qewimîn li herêmê zirareke mezin da turîzmê , nexasim li bajarê kevnar Heskîfê dikandar zirareke mezin dîtin û ketina asta îflasê.

Bûyerên ku piştî hilbijartinên 7ê hezîranê yên giştî dest pê kirin zirareke mezin da giştî  herêmê, bi  taybetî jî zirarê da Heskîfê. Dikandarên Heskîfî destnîşankirin ku ji ber van bûyer û geşedanîyên herî dawî yên ku li herêmê qewimîn, bûn sebeb ku êdî turîst neyên van deran.

Ji dikandarên Heskîfî Ahmet Kaya di derbarê rewşa aborî ya Heskîfê de  dîtin û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Ji giştê Tirkîyê turîst dihatin vê derê. Lê belê ji ber van bûyerên herî dawî edî çûyîn û hatin nema. Hemû şîrketên turîzmê hatina xwe dan betalkirin.

Dikandarekî din ê Heskifî jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Di navbera du eydan de kare me gelekî baş bû. Lê belê niha turîst ji ber sedema ewlehîyê êdî nema tên vê derê . Ev jî zirarê dide me dikandaran.Karê me berî niha baş bû. Lê vêga gelekî ketîye. Roj tê em heqê rê û nanê xwe dernaxin. Xelkê herêmê êdî hizûrê dixwaze. Ji ber vê yekê xelkê herêmê dixwaze ku berî kêlîkê ev bûyer bi dawî bibin.” (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.