Cafer bi tekbîran hat definkirin

Cafer bi tekbîran hat definkirin

Cafer Gîzliyê xwendevanê pola 11emîn ê ku li navçeya Sîlîfkeya Mêrsînê ji teref PKKyiyan ve hatibû şehîdkirin bi tekbîran hat definkirin.Mela Abdulkudusê ku di mersasîmê cenaze de axivî û diyar kir kesên ku destê xwe dirêjî xwîna mislimanan dikin ew ê him

Cafer Gîzliyê xwendevanê pola 11emîn ê ku li navçeya Sîlîfkeya Mêrsînê ji teref PKKyiyan ve hatibû şehîdkirin bi tekbîran  li gundê Qubîka navçeya Çinara Diyarbekirê li Şehîdîya Şehîdên Mayinê yên Qerecdaxê  hat definkirin.

Di merasîma cenazê de ji teref bi hezaran kesî ve bê navbir sloganên mîna ‘ Qehr bibe PKK, Qehr bibin hevkarên xaîn, Ji bona zaliman bijî cehennem’ hatin avêtin.

Arîkarên Serokê Giştî yên HUDA PARê Mehmet Bahattîn Temel, Vedat Turgut û rêvebirên Diyarbekir û Edenê û her wiha Alimên heremê yên mîna Abdulkudus Yalçin , Mela Kerbala Şanli û gelek hezkirî û naskirîyên şehîd beşdarî merasîma cenazê bûn.

Piştî definkirinê, Mela Abdulkudus Yalçin di derbarê girîngîya şehadetê de axavtinek kir û diyar kir: “Şehîd namirin , ev fermanê Xweda ye. Kesên ku destê xwe dirêjî xwîna mislimanan dikin ew ê him li dinyayê û him jî li axretê rihetî ji wan re nemîne.”(ÎLKHA)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.