ÇALAKIYA JI BO HÊSÎRÊN FILISTÎNÊ
MALBATÊN HÊSÎRÊN FILISTÎNÊ, BI ARMANCA JI BO ZIYARETA HÊSÎRAN DESTÛR BÊ DAYÎN, PROTESTO LI DAR XIST
Malbatên hêsîrên Filistînê, ji bo merivên xwe yên di zindanên Îsraîla rejîma terorê de çalakî li dar xist.
Malbat li Ğezzeyê li ber Teşkîlata Xaça Sor a navnetewî civiyan. Dan zanîn ku ev çend meh e Îsraîl nahêle ku malbat û dayik, zarok û merivên xwe yên di hepsan de ziyaret bikin. Ji lew dixwazin destûr bê dayîn ku karibin ziyaret ji nû de dest pê bikin.
Dayikên hêsîran gazî sazî û teşkîlatên navneteweyî kir ku ji bo bidawîkirina sûcên însaniyetê yên di hepsên Îsraîla siyonîst de diqewimin, hewl bidin
Li aliyê din Klûba Hêsîrên Fillistînê bi beyaneke nivîskî da zanîn ku 40 malbat digel ku belgeyên wan ên destûra ji bo ziyaretê hene jî, nahêlin ku merivên xwe yên di hepsa Majdoyê de ziyaret bikin.
Li gorî daneyên Wezareta Hêsîrên Filistînê, di hepsên Îsraîla siyonîst de nêzî 7 hezar Filistînî hene.
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.