Çalakiyên li Nûrsa Hîzanê
Di çarçoveya Çalakiyên Kulturî û Hîzana bajarê Bedîuzzeman de li Nûrsê mewlûd hat dayîn. Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez got em dibînin ku Rîsaleya Nûrê jî wek tefsîra Qurana pîroz e.
Lî navçeya Hîzanê di çarçoveya "Çalakiyên Kulturê yên li Hîzana şarê Bedîuzzaman û Mewlûda li Nûrsê" yên ku di 6-7ên îlonê de hat lidarxistin de, li Nûrsa ku Bedîuzzaman Seîdê Kurdî lê hatiye dinyê bernameya mewlûdê hat lidarxistin.
Şagirtên Bedîuzzaman, Mehmet Firinci, Husnu Bayram, Saîd Ozdemîr û Alî Sert bîranînên xwe yên bi Seîdê Kurdî re qise kirin û pişt re Qur'ana Pîroz hat xwendin û bernameyê dest pê kir. Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez jî beşdarî bernameyê bû û got ku tu kes xwediyê dînê nîne, her kes xizmetkarê dînê ye.
Gormez got ku em ji bo Seîdê Kurdiyê ku her derê vê erdnîgariyê xistiye wekî medreseya Horhorê ji Xwedê rehmetê dixwazin û wiha axivî: "Silav ji gundiyên Nûrsê yên ku ji nav xwe xizmetkarekî mezin ê Qur'anê, alimekî mezin û muallimekî mezin ê îmanê derxistine re. Dema hûn hemû berhemên ku tefsîra Qur'anê ne bixwînin, hûn dê bibînin ku Rîsaleyên Nûrê jî tefsîra Qur'ana pîroz in. Ew kesekî wisa ye ku di jiyana xwe ya bi qasî 80 salî de di her gotina xwe de hêvî daye û yek ji diyariyên ji bo nifşên bê ye. Tiştê ku herî zêde hewceyiya me pê heye îxlas e. Mijara sêyemîn jî yekîtî, bihevrebûn û biratî ye."
Ji xizmên Bedîuzzaman Seîdê Kurdî, Sabrî Okûr jî bi bîr xist ku ev 5 sal in li gundê Nûrsê bernameya mewlûdê li dar dixin.
Musteşarê Wezareta Çand û Tûrîzmê Prof. Dr. Halûk Dûrsûn, Waliyê Bedlîsê Orhan Ozturk, Waliyê Wanê Aydin Nezîh Dogan, Qaymeqamê Hîzanê Sedat Încî û ji nav welêt û derveyî welêt gelek welatî beşdarî bernameyê bûn.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.