“Çalakiyên xwînî yên PKKê zirarê dide gelê Kurd”

“Çalakiyên xwînî yên PKKê zirarê dide gelê Kurd”

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehmet Mehdî Eker di ziyareta ku Bedlîsê kir de diyar kir ku “Çalakiyên xwînî yên PKKê zirarê dide gelê Kurd”

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehmet Mehdî Eker, ji bo ziyaretê çû Bedlîsê. Eker di daxuyaniya ku da de diyar kir “Çalakiyên xwînî yên PKKê zirarê dide gelê Kurdên Tirkîyê.”

Eker beşdarê civîna ku li Seroktiya Bajêr ê AK Partiyê bû. Eker li vir diyar kir ku mijarên herî girîng ya ji bo Tirkîyê aramî, ewlehî û aşitî ye.

Eker di derbarê çalakiyên xwînî yên PKKê de daxuyanî da. Eker wiha axivî: “Hikûmeta me biryara tekoşînê ya bi van çalakiyên rêxistinê re da. Hikûmet tekoşîna xwe yê li Cizîrê,Silopî, Nisêbîn û Surê didomîne. Ji xeynî vê yekê ji derveyên welêt  jî agirTirkîyê dorpêç kiriye. Ji ber Şerê Sûrî yê çendîn sal in ku didome û zilma ku ji teref Esed vê tê kirin gelek însan wek penaber koçê derên din kirin.”

Eker nêrîna drama ku li Sûrî diqewime jî rexne kir. Dûvre Eker axavtina xwe wiha domand: “Mixabin welatên din ji bo aşitiyê tu tişt nekirin. Bi şiklekî bes li zilma rejîma Esed mêze kirin. Di encama vê yekê de gelek însan ji warên xwe bûn. Gelek însan di behrê de xeniqîn. Her wiha gelek bûyerên wiha dilşewat çêbû.”

Eker diyar kir hêzên navneteweyî hewl didin ku sînûrên Rojhilatanavîn ji nû ve xêz bikin. Ji ber vê yekê gelek rêxistinên şerê derxistin. Her wiha Eker destnîşan kir ku rêxistinên wek PKK û PYD ji teref hêzên navneteweyî ve tên bikar anîn.

 Eker diyar kir ku çalakiyên PKKê bes zirarê dide xelkê Kurdên Tirkîyê. Dûvre Eker axavtina xwe wiha domand: “Çalakiyên ku PKK pêk tîne zirarê dide gelê Kurdên Tirkîyê. PKK, ji mafên demokretîk ên ku gelê Kurd re dibe asteng. PKK, bes pêvajoyê sabote dike û zirarê dide pêvajoyê. Her wiha PKK, taşerontiya hinek hêzên navneteweyî dike.”

Eker bal kişand dibe ku merov bê êrîş û zilm mafên demokratîk bi dest bixe. Eker wiha pê de çû: “Merov nikare bi tûndî û terorê re qesta gel bike. Dûvre vê yekê meşrû bide nîşandan. Bê êrîş û tûndî merov dikare mafên demokratîk bidest bixe.”

Herî dawî Eker qala makeqnûna nû kir û di derbarê vê yekê de diyar kir ku Tirkîye niyazmendê pergalekê nüye. Ji bo vê yekê wan dest bi xebata div ê warê de kiriye. (ÎLKHA)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.