Camî bi zarokan şên in
Digel destpêkirina qursên Qur’anê li Stenbolê camî bi zarokan tijî bûn.
Li Stenbolê bi destpêkirina qursên Qur’anê camî bi zarokan tijî bûn. Qurs wê 2 meha bidomin. Di van her du mehan de ew ê him dersa Qur’anê him jî dersên îslamî bên dayîn.
Qursên Qur’anê yên ku ji terefe Serokatîya Karên Dîyanetê ve bi slogana “Hayde zarokno, di meha Qur’anê de bi Qur’anê re bigihîjin hev!” berî vê 2 roja dest pê kiribû.
Digel tetîlbûna mekteban û bi vebûna qursên Qur’anê, camî û sazîyên îslamî bi zarokên ku Qur’anê hîn dibin şên dibin.
Seydayên ku dersa zarokan didin di derbarê girîngîya mijarê de wiha axavtin: “Zarok ji qursên Qur’anê re eleqeyekê mezin nîşan didin, divê zarok di van her du mehan de perwerdehîyeke baş bibînin. Ji ber vê yekê jî divê haya malbatan ji zarokên wan hebe.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.