Canîklî: Çekên ku di 15ê Tîrmehê de winda bûbûn tên lêgerîn
Wezîrê Parastina Neteweyî Nurettîn Canîklî destnîşan kir çekên piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê winda bûbûn tên lêgerîn.
Nurettîn Canîklîyê Wezîrê Parastina Neteweyî destnîşan kir şeva teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê hinek çekên aîdî TSKyê winda bûbûn ku li seranserê welêt ew çek tên lêgerîn.
Wezîr Canîklî di daxuyanîya ku da de derbarê cûr û hejmarê çekan de agahî neda û diyar kir lêgerîna van çekan berdewam dike.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.