Çavên wî li rêya lawê wî de ma

Çavên wî li rêya lawê wî de ma

Mehmet Yetîş ê ku bavê Mustafa Yetîşî ye çavên wî li benda hatina lawê wî ye.

Mehmet Yetîş ê ku bavê Mustafa Yetîşê ku ji ber xebatên xwe yên îslamî hatibû destgîr kirin diyar kir ku ew jî çawa ku Yaqûb li benda lawê xwe Yûsif mabû ew jî bi heman awayî cardin di ‘Roja Bavan’ de çav li rêya lawê xwe Mistefayê.

Mistefa Yetîş li derdora xwe bixêbatên îslamî û her bi endamtîya Mustazaf Dera ku hatibû girtin dihat naskirin. Mistefa Yetîş ev bû 5 sale ku ji ber xebatên xwe yên îslamî hatîye girtin. Bavê Mistefa Yetîş çawa ku Yaqûb li benda Yûsifê xwe bû ew jî bi heman awayî ev 5 sal e ku çav li rêya lawê wî Mistefa ye.

Fealîyetên legal sûc hatin qebûl kirin

Ji teref dadgeha Cizaya Giran a 3yemîn a Meletî di ser de girtina komele û sazîyên îslamî de doznameyek amade kiribû. Di îddînameyê de şermezar kirina Emrîka û Îsraîl, li dar xistina bernameya Mewlûda Pîroz, bi bîranîna Hz. Fatima û protesto kirina şewitandina Qur’anê ji teref dadgehê ve sûcê rêxistinê (orgut) hatibû qebûl kirin.

Hat diyarkirin ku her wiha li navçeya Kahtaya ku girêdaye Semsûrê ye kesê ku mala bavê Mistefe Yetîşî nas neke tune ye. Lewra zarokên navçeyê temam ji bona dersa Qur’anê ji ber destê bavê Mistefa Yetîş derbas bûne.

Wek Yaqûbê kul i benda Yûsifê xwe ye ew jî çav li rêya lawê xwe ye

Mehmet Yetîş di derbarê lawê xwe de wiha diyar kir: “ Ev bû 5 sal e ku lawê min belasebeb  di girtîgehê de ye. Tu sûcê wî tune ye. Her kî vî dek û dolabê ji lawê min re kiribe Xwedê wî nehêle, bela wî bidîye. Lawê min ji ber ku Mewlûda Pîroz li dar xist, alîkarîya feqîran kir hat girtin. Ji bo Xwedê ku dera van tiştan sûc e.” (İLKHA)

 





 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.