Mamostê SIPYAGÎ

Mamostê SIPYAGÎ

Cejna We Piroz Be!

Piştî mehek bimbarek meha Remezanê, em gihaştine cejna Remezanê. Musluman mehekê xwe ji xwarinê, vexwarinê û tiştê hatiye men’i kirin xwe jê dûr dan. Ji ber vê yekê Xweda yê Te’ala ‘İda Remezanê weke mukafate kê daye Muslumana.

Em cejna temamê Muslumana pîroz dikin.

Lê belê gava em li ‘alema Îslamê dinhêrin, temamê Muslumanan xemgînin.

Îro âlema îslamê bi xwinê tên şuştin. Li der dorê temamê cîhanê ê tên kuştin, ê talan dibin, ê namûsa wan payîmal dibin, ê welatên xwe terk dikin û dibin muhacir û li ber derê Ewropa dibin mesqere, ma’alesef ji her reng û irq û zimanê  xwe tevde kî Muslumanin.

Ev zêde tirî sed sale welatên Muslumana ketîye bin destê xerbê û îdarevanên xulamtîyê ji wan re dikin. Evan firotîyê Ewropa û Emrîqa ji bo selteneta xwe bi domînin zordestîye li gelê xwe dikin û tu nişêt namînê naynin serê wan. Qetlîam, surgûn û îşkencê kû dikin însanîyetê şuxwe dikin şerm kirin.

Bi navê modernîtê herbê bi dîn û örf û ‘edetê muslumana re dikin. Ji bo vê bawerî yê ji nav gelê Muslumana rakin gelek mirovên m’esûm û bi qîmet di bin îşkenca û li sêdara şehîd kirin. Li Kurdistanê Şehid Şêx Se’idê Paloyî û li Misrê Şehîd Seyyid Qutub ji vana re du heb mîsalin.

Ewropa, Emrîqa û Ûris heta niha van mel’anetê bi destê xulamê xwe dikir êdî pê nayên ser. Ev çend sale bi fi’ilî mudaxela memleketê  Muslumana dikin. Çi çek û sîlehê wan hene êdî li ser Muslumana di ceribînin. Û perê wan jî dîsa ji Muslumana tehsîl dikin.

Di van êrîşa de nabên zarokin, pîrekin, pîrin temama didin ber gulle û bomba. Gund û navçe û bajarên wan temam dikin wêran.

Heta li ser serê me Muslumana ev xaîn û kûçikên derê Ewropa û Emerîqa hebin emê dibin vê zîlletê de bin.

Kingê em temamên gelên Musluman bi xwe hatin û li dor Îslama eziz bûn xelek û me hurmet ji mafû heqqê xwe re kir, wê gavê Xweda yê Te’ala wê l ime bê rehmê û înşaallah ji bin zulma kafir û xaîna emê azad bibin.

Em bi vê hêvîyê dîsa xususen cejna gelê Kurdistan û temamê ‘alema Îslamê pîroz û bimbarek dikin.

Bimînin di xêr û xweşîyê de…

 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum