Cemaeta camiyê ji kesê ku xelkê tehrîk kir re bertekeke tund nîşan da
DİYARBEKİR - Îro li Mizgefta Mezin a Diyarbekirê ji ber ku melayê mizgeftê M. Seîd Yaz di xutbeya xwe ya ku xwend de ji êrîşên bombeyî yên ku van pêlên dawî hatin kirin re bertek nîşan da, kesekî ku tê diyarkirin PKKyî ye hewil da xutbe proveke bike, ji b
Yaz di xutbeya xwe ya ku xwend de qala teşebûsa darbê ya 15ê Tîrmehê kir û dû re jî destnîşan kir divê ev êrîşên bombeyî yên ku tên kirin bên tel’în kirin û ji van êrîşan re bêdeng neyê mayîn.Di wê demê de kesekî ku tê diyarkirin PKKyî ye ji xutbê re bertek nîşan da.Ji ber vê yekê cemaeta camiyê ji kesê ku xelkê tehrîk kir re bertekeke tund nîşan da.
Yaz di berdewama xutbeya xwe de wiha destnîşan kir: “Wesayîtên bombebarkirî tên teqandin.Li Diyarbekir, Xarpêt, Wan û li vê derê û li wê derê zarok dimrin , parçe dibin.Pîrek, kesên êxtiyar û siwîl dimrin û parçe dibin.Kesê zalim bav û lawê te be jî divê tu ji aliyê heqiyê be.”
Di wê demê de kesekî ku tê diyarkirin PKKyî ye ji xutbê re bertek nîşan da û xelkê tehrîq kir.Ji ber vê yekê cemaeta camiyê ji kesê ku xelkê tehrîk kir re bertekeke tund nîşan da û lê dan.Polêsan kesê provakator ji mizgeftê dûr kirin.
Piştî nimêja înê cemaeta mizgeftê li ber mizgeftê civiya û ji PKKê re lenet xwend, lê belê polêsan hişyarî dan kesên ku civiyabûn û ji wan re gotin ger ku hûn belav nebin dê binçavî dest pê bikin.Ji ber vê yekê tansiyon zêdetir bû.Ji ber berteka xelkê polês lêborîna xwe ji xelkê xwest.Piştî xwestina vê lêborînê xelk bi şikleke bêdeng belav bû.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.