Cemiyata Mustezefan pêşangeha wêneyan vekir

Cemiyata Mustezefan pêşangeha wêneyan vekir

Cemîyeta Mustez’efan a şaxa Amedê, bi munasebeta Hefteya mustezefên a cîhanê pêşangeha wêneyan vekir. Pêşangeh wê heta 5 rojan ji bo ziyareta xelkê vekirîbe.

Cemîyeta Mustez’efan a şaxa Diyarbekrê bi boneya Hefteya Mustezefen cîhanê, pêşengeha wêneyan vekir.

Alîkarê serokê Cemîyeta Mustez’efan a şaxa Amedê Cemîl Cahît Unsal, derbarê pêşenhegê de agahî parve kir.

 Unsal da zanîn ku armaca wan ev e ku wêneyê tamamê Mislimanên di binê zulm û wehşeta zaliman de ye û hatine qetilkirin, bi xelkê Amedê re par ve bikin.

Unsal di dawiya axaftina xwe de  ifade kir ku pêşangeha wêneyan wê heta 5 rojan li gelek deverên cûda ji zîyaretê re vekirî be û xelkê Dîyarbekir dikarin herin serdana pêşengehê. 

Ûnsal cihê pêşangeha wêneyan wihar diyar kir:

18ê Adarê (Çarşem): Li ber Parqa Orman

19 Adarê (Pêncşem): Qada Şêx Seîd

20 Adarê (În): Mizgefta Mezin

23 Adarê (Duşem): Li ber rawestgeha Kehwehê Onu

24 Adarê (Sêşem): Li ber Salona Dîlanê ya Demîrok

Pêşngehên wêneyan, saet: di navbera 10.00-17.00 werin ziyaretkirin.

Di 24ê Adarê roja Çarşemê li Salona Dîlanê ya Demîrokê wê panelek werê lidarxistin.

Ji bo jinan Panel bi roj saet :12.00 de

Ji bo meran jî saet dê 18.00 de (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.