Cemiyeta Mustezafan peyama Qandîlê weşand
Navenda Giştî ya Cemîyeta Mustezafan ji ber minasebeta salvegara wîladeta Hz. Muhammed (r.x.l) peyamekê weşand.
Ji teref Navenda Giştî ya Cemîyeta Mustezafan ji ber minasebeta 444emîn salvegara wîladeta Hz. Muhammed (r.x.l) peyamek hat weşandin.
Di peyama ku hat weşandin de di derbarê mijarê de wiha hat diyarkirin ku di dewreke reş û tarî de ew salvegara Hz. Muhammedê ku însanetîyê ji tarîtîyê derxistîye ronahîyê îdrak dikin.
Di berdewama daxuyanîya ku hat weşandin de hat diyarkirin çareya xelasîya însanan ji zilmê, îtaatkirina wan emrên îlahî yên ku ji teref Hz. Muhhamed(r.x.l) ve hatine anîn e û di berdewama daxuyanîyê de wiha hat gotin: “Xelasîya mislimanan û peyde kirina izzetê bi şopandina rêya Hz. Muhammed ve girêdayîye. Biratîya îslamê encax wê bi îtaatkirin û şopandina wî tesîs bibe.Heta ku însanetî li pey wî pêxemberê xelasîyê nemeşe û wî bi her şiklî qebûl neke di ser de sal derbas bibin jî ew ê di bin zilmê de wê binale.”
Di dawîya daxuyanîyê de qandîla temamên mislimanan hat pîrozkirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.