Cenazê Cafer Gîzlî dibin gundê wî
Cenazeya Cafer Gizliyê ku li navçeya Sîlîfkeya Mêrsînê ji teref komek PKKyiyan ve hatibû qetilkirin ji bona definkirinê dibin gundê Qubîka Diyarbekirê .
Cenazeya Cafer Gizliyê ku xwendevanê pola 11emîn ê li navçeya Sîlîfkeya Mêrsînê ji teref komek PKKyiyan ve hatibû qetilkirin ji bona definkirinê dibin gundê Qubîka Diyarbekirê .Hat dîtin gelek kes bi wesayîtên xwe tevlî qonvoyê bûn.
Piştî ku karên otopsiyê yên cenazeya Cafer Gîzlî li Mirîxaneya Tipa Adlî ya Edenê xelasbûn re cenaze di derdora seat 23.15an de birin Tesîsên Midûrtiya Bajêr a Werzîş û Ciwaniyê ya Edenê. Cenaze li vê derê nêzî 5 seatan hat sekinandin û dûvre ji teref malbata wî ve hat teslîmstandin.Piştî teslîmstandinê cenaze anîn Diyarbekirê.
Di wextên şeveqê de li Meydana Newrozê ya Diyarbekirê bi deh hezaran hezkirîyên Şehîd Huseyîn Gîzlî kom bûn û li benda qonvoya cenazeyê sekinîn. Piştî ku qonvoy hat re cenaze ji teref hezkirî û naskiriyan Gîzlî ve bi ber gundê Qubîkê re hat birin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.