Cenazeya Tahsînê ku ji ber teqîna bombeyê jiyana xwe dest dabû hat definkirin

Cenazeya Tahsînê ku ji ber teqîna bombeyê jiyana xwe dest dabû hat definkirin

Cenazeya Tahsînê ku li navçeya Qosera Mêrdînê ji ber teqîna bombeya ku dîtibû jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin.

Tahsîn U.yê ku bombe di destê wî de teqîyabû li Goristana Mezopotamyaya Kiziltepê bi şîn û girîn hat definkirin.

Li navçeya Qosera Mêrdînê zarokên ku li ser ban di nava poşetîkê de bombe dîtibûn pê listîbûn. Bombe di destê zarokan de teqîyabû û yek jê giran tevde du zarok  birîndar bûbûn. Zarokê bi navê Tahsîn ê ku giran birîndar bûbû sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Diyarbekirê kiribûn û li wê derê jiyana xwe ji dest da.

Tahsîn U.yê ku jiyana xwe ji dest da piştî muameleyên otopsîyê li Goristana Mezopotamyayê di nava şîn û girînê de hat definkirin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.