Dr. Abdulkadir TURAN

Dr. Abdulkadir TURAN

Çend Peyv Li Ser Zimanê Kurdî 2

Hinek mutefekkirên berê dibejin: “Ziman fikr e, o fikr ziman e”. Farabî dibêje: “Însan ji kelima dighê fikr û di fikir de kelimeyên nû çêdike.” Yani fikr, ji ziman çêdibe û ziman jî ji fikir çêdibe.

Xeberdanên li ser rastbûn û nerastbûna vê fikra hanê pir dirêj in. Le belê em bi tefekkureke di rû de jî (yuzeysel) fêm dikin ku ziman, mereka (ayineya) qelbê însan e, mereka hişê (serê) însan e, mereka jiyana însan e, mereka hêviyên însan e, mereka xeyalên însan e…

Ji bo em Melayê Cizîrî nasbikin divê em zimanê Melayê Cizîrî bizanin. Û ji bo em zimanê Melayê Cizirî bizanin divê em qelb (me’newiyat), fikr û jiyana Melayê Cizîrî bizanin.

Ji bo em Feqiyê Teyran nasbikin divê em zimanê Feqî fêm bikin û ji bo em zimanê Feqî fêm bikin divê em qelb, fikr û jiyana Feqî fêm bikin.

Jiyana însanên berê, hinek taritî tê hene. Le belê ziman, di eserê ziman de tê xwuya kirin. Eserê ziman jî, eserên edebî ne. Ku em li eserê mueddiban meyzînin em ê, zimanê mueddiba nasbikin. Û ku em, zimanê mueddiban nasbikin em ê mueddiban nasbikin.

Em mueddiba nasbikin, emê xwe nasbikin. Mueddib çiqas xwe ji nav însanan dûr bike car dî ew mereka însana ye. Bi fazileta xwe û bi kêmayî ya xwe.

Melayê Cizirî em in û em Melayê Cizîrî ne. Feqî ji me ye û em ji Feqî ne.

Em Mela nasbikin em ê xwe nasbikin û em Feqî te’rîf bikin em ê xwe te’rîf bikin. Em dikârin bejin “Em kî ne, em Feqiyê Teyra ne, Feqî kî ye, Feqî em in.”

Naskirina xwe bi rastî, muhimme ji însanan re. Ê ku nerast bin nikârin rasta birastî nasbikin û wan bi rastî bidin naskirin.

Vîqasî gelo em çawa naskirina mueddîbên xwe, dihelin ji yên ku ne ji me ne re. Û ku em zanin ew ne rast in û ne hevalê rasta ne jî. Ku ew me bi me bidin naskirin ew ê ne me xwe bi me bidin naskirin û ku Xwedayê Teala gotiye: “Hûn ne ji wan in û ew ne ji we ne.”

Wê çaxê ku em xwe bi wan nasbikin em ê xwe nasnekin. Û em ê bên qey em diçine ba xwe, li em ê ji xwe dûrbikevin.

Ê ji Xweda bawernekin, ê materyalist bin, ji rêh bawernakin.

Mueddibê me ehl-ê qelb in. Edeba wan yê me’newî wan ji fizikê dûrxistiye, wan ji fizikê bilindtir kiriye û bêhtir kiriye reh.  Ê ku ji reh bawernakin wê çawa ji reh xeberdin. Ew kar in tenê fizîkê, yanî ji derveyê muddibê me ji me re bejin. Le belê hişê wa yê ku ji fizîkê derbasnake û nagihêje reh nikâre rehê mueddibên me ji me re bêje.

Ew karin herin devê deryê mueddibên me lê belê nikarin herin hindurên wan. Û ê ku neçe hindurên wan, weke neçûye ba wan. Le belê, ew, ne ji der vê me ne. Ew ji hundir in. Der vê wan weke der vê her însanên çaxê wan e. Lê belê hundirê wan weke hunderê sehaba ye.

Em zanin ku Melayê Cizirî ‘aşiq ê Xweda ye. Ew ê ku ji Xweda bawer neke wê çawa ji ‘eşqa Mela fêm bike. Mela, çiqas jê re ‘eşqa Xweda beje jî wê ew kesê ku hişê wî kêm e ‘eşqa beşerî fêm bike. Û eşqa Mela ji me re ne rast bêje. Û em ê Mela ne rast nasbikin. Û ku em Mela nerast nasbikin em ê xwe ne rast nasbikin. Em ê zen bikin ku di nav me tu kesê ku bûye ‘aşiqê Xweda tune ye. Yani ‘eşqa Xweda di nav me de tune ye. Û em ê ji eşqa Xweda durbikevin. Û ku em ji ‘eşqa Xweda durbikevin, em ê ji xwe durbikevin. Û em nabin tu tiştekî.

Naskirina mueddibên me wezîfa me ye. Muddibên me, zimanê xwe bi xwe ne. Zimanê, mueddibên me eserên wa ne.

Li gorî vê heqîqetê lêkolîna li ser eserê mueddibên me û zimanê mueddibên me wezîfa me ye. Divê em, li ser zimanê Kurdî di eserên mueddibên xwe de lêkolinê bikin. Zimanê Kurdî baş fêm bikin da em mueddibên xwe fêm bikin û pê re xwe jî fêm bikin.

Ev wezîfa hanê pir muhîmm e, pir mezin e. Em nikarin bispêrin yên ku ne ji me ne. Em nikarin vê wezîfa ha bispêrin dijminên xwe û dijminên Xweda û dijminên Resulullah (sxl).

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.