Çendîn meh in ku nexweşxane neketiye fealiyetê
10 meh berê Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê ya ku ji teref Recep Tayîp Erdogan ve hatibû vekirtin ji ber ku neketiye fealiyetê gel bertek nîşan da.
Beriya hilbijartina 7ê Hezîrana 2015an di 2yê Gulana 2015an roja Şemiyê li Amedê Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê ji teref Recep Tayîp Erdogan ve hat vekirin.
Hat ragihandin ku Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê ya ku di wê terîxê de hatibû vekirin hêj neketiye fealiyetê. Gel diyar kir ku xizmeta vê nexweşxaneyê kêm e. Ji ber vê yekê gel xwest ku demildest ev kêmasî were temin kirin.
Ev nexweşxaneya ku di 2yê Sibata 2013an de ji teref Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê yê berê Mehdî Eker ve bingeha wê nexweşxanê hatibû avêtin. Ev nexweşxaneya ku ji 25 livînan pêk tê gor agahiyên Mehdî Eker dê piştî salekê yanê di 12yê sibata 2014an de dest bi xizmetê bikira.
Di gel vê dîroka ku nêzê 2 sal in qedyaye hêj jî ev Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê dest bi xizmetê nekiriye.
Daxuyaniya ku ji teref Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê yê berê Mehdî Eker ve hatibû dayîn de wiha hatibû diyar kirin: “Di nexweşxaneya ku niha xizmet tê de tê dayîn de di 5 beşan de hekîmên ku xwedî îxtîsas in xizmetê didin. Li vir nêzê navenda Diyarbekirê ye. Ji ber vê yekê ji xwe nexweşên ku rewşa wan birîndar bibe wan sewqê Diyarbekirê dikin. Lê em nexweşxanekê modern ji bo gelê me yên di navçe û gundên hawîrdor de ne saz dikin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.