Çendîn sal in ku bi robara qirêj re dijîn

Çendîn sal in ku bi robara qirêj re dijîn

Ji ber çendîn sal in ku li Çewlîgê di Taxa Sîmanî de avêtiyên Tesîsa Goşt û Şîrê dirije nav robarê nişteciyên taxê vê pirsgirêkê anîn ziman û xwestin ku bila êdî çareserî ji vê yekê re were dîtin.

Li navenda Çewlîgê di Taxa Sîmanî de avêtiyên tesîsa ku wek Qombîna Goşt û Şîrê têzanîn dirije nav robarê. Ji ber vê yekê nişteciyên taxê ji bo vê yekê bertek nîşandan û xwestin ku bila ev pirsgirêk were çareser kirin.

Taxiyan diyar kirin avêtiyên ku dirije nav robara ku di Taxa Sîmanî de ye bêhn dide û însanan bi nexweşiyê re rû bi rû dihêle. Ji ber vê yekê taxiyan xwest in ku bila ev pirsgirêk were çareser kirin.

Avêtî û jêkirinên Tesîsa Goşt û Şîrê di nav Taxê de derbas dibe

Ji nişteciyê taxê Mehmet Fîdecî diyar kir çendîn sal in ku ew wek taxî ji vê qirêjayê bi şiklekî neyînî bandordar dibin û ji bo ku ev were çareser kirin berê vê yekê ji serokên şaredariyê yên kevin Selahattîn Aydar, Bedrî Tug û wliyê wê çaxê re diyar kirine. Lê di gel vê diyarkirinê tu çareserî ji vê yekê re nehatiye kirin.

 “Em rica dikin ku bila rayedar taxê ji vê pirsgirêkê xilas bikin”

Fîdecî diyar kir ku gelek pirsgirêkên taxiyan hatine çareser kirin lê ev pirsgirêka robarê nehatiye çareserkirin. Dûvre Fîdecî axavtina xwe wiha domand: “Ev robar bi taybet havînê tax ji ber vê qirêjayê bêhn dide û ji ber pêşûyan gel bi şiklekî neyînî bandordar dibe. Taxa me nêzê rêbejê ye. Di vê çaxê de hebûna pirsgirêkên wiha şaşomaşo ye. Divê ku demildest ev yek were çareser kirin. Em rica dikin ku bila rayedar taxê ji vê pirsgirêkê xilas bikin”

 “Ji ber ku mizgeft nêzê robarê ye em nikarin di mizgeftê de îbadet bikin”

Fidecî destnîşan kir ku mizgefta taxê nêzê robarê ye. Dûvre Fîdecî axavtina xwe wiha domand: “Havînê rojên Înê û di wextê nimijên din de em nikarin bi rahetî werin vir û nimêj bikin. Dema ku mêvan tên vir bi taybet ji me re dibêjin hûn çawa li vir dijîn. Ji vê pirsgirêkê hemî rayedar xeberdar in. Lê mixabin heta niha tu rayedar gûh neda bê pirsgirêkê.” (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.