CENTOM: Amerîka dê ji Baregaha Încîrlîkê venekişe

CENTOM: Amerîka dê ji Baregaha Încîrlîkê venekişe

Fermandarîya Hêzên Navendî ya Amerîka derbarê îddîayên dê Amerîka ji Încîrlîkê vekişe de diyar kir ev îddîa ne rast in.

Derbarê îddîayên dê Amerîka ji Baregaha Încîrlîkê vekişe de ji teref Fermandarîya Hêzên Navendî ya Amerîka ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku ji teref Fermandarîya Hêzên Navendî ya Amerîka ve hat belavkirin de îddîa hatin derewandin û wiha hat gotin: “ Amerîka ne ji Baregaha Asimanî ya Încîrlîkê ya li Tirkîyê û ne jî Baregaha Asimanî ya el-Ubeyd a li Qatarê venakişe. Nûçeyên derbarê vê mijarê de bêesil û xelet in.”

Her wisa ji teref Fermandarîya Hêzên Asimanî ya Navendî ya Amerîka ve jî daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de jî hat destnîşakirin “Ew xeberên Amerîka dê ji Baregaha Asimanî ya Încîrlîkê ya li Tirkîyê û ji Baregaha Asimanî ya el-Ubeyd a li Qatarê veqete qet ne rast in.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.