Çeteya Terorê Girt Ser Dibistanê
Leşkerên îsraîla terorê, lı şerîaya rojavayê bı hînceta ku kevır avetıne wesaîta yahûdîyên bı çek, xwestın ku xwendekarên lîseyê bınçav bıkın. jı lew gırtın ser dıbıstanekê. îşgalkeran lı gund, barîqat danî û rê jı çûn û hatınê re gırtın.
Îsraîla xusran piştî ku Li Şerî’aya Rojavayê girt ser bi dehan malan û bi sedan kes girtin, îcar li gundê Nablûsê girt ser dibistanekê. Îşgalker bi zorê ketin dibistanê û xwestin xwendekaran binçav bikin.
Ji ber ku Îşgalker ketin dibistanê, ehlê gund li hawêrdorê dibistanê civîyan. ji ber ku xelk kom bûn, leşkerên îşgalker xwendekar ne girtin û vekişiyan.
Îşgalkeran dora dibistanê girt, gaza hêsirbarînê û bombên deng avetîn dibistanê û dibistan hat valakirin. Leşkerên sîyonîst li devê gund rê girtin.
Ev dibistan gelek caran marûzî êrîşên leşkerên sîyonîst bûye.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.